Lyrks
Lyrks
Lyrks
Cover Art

Ado û Zara Lyrics by REZAN (Denis Rezanov)

2013

[Intro]
Gohdarvanên hêja, roj baş
Navê min Rêzan'e û hûn li Radyo Hîphopakurdî dihesînin
Ezê îro bernama xwe bi stranekî nû destpêkim
Fermo
[Verse 1]
Ado û Zara hevalên herî baş bûn
Azadîya welat ji bo wan armanç bû
Dilê wan ji bo Kurdistanê lêdida
Dixwestin biçin serê çîya û bibin gerîla
Zara wek ciwanek hêja dihat naskirin
Di nav gelê xwe de gelkî dihat hezkirin
Derew û xerabî, tûne bû li ba wê
Tenê azadî bû armanca wê heta roja dawî
Ado jî wulo bû, tu ferqa wî tune bû
Maşallah ji Xwedê re, bi aqil bû weke şêr bû
Ciwanêkî delal, herkes ji wî hezdikir
Û tu carî jî hevalên xwe ji xwe aciz nedikir
Rojek hat û ev herdu heval qerar dan
Şervanî hevîyek mezin xistibû nava wan
Ado go "YAN MIRIN", Zara go "YAN KURDISTAN"
Û tu tişt wan ji rêya wan venedigerand
[Refrain 2x]
Hebû tûnebû du ciwanên Kurd hebûn
Navê wa ciwana Ado û Zara bû
Yek bû hevîya wan, yek bû xewna wan
Kurdno werin goh bidin li dîroka jîyana wan
[Verse 2]
Rojekî Zara ji Ado re mesajek şand
Û go "Heval xwe amade bike, wextê me hat"
"Neha here xatir bixwaze ji malbat"
"Û dû re were ba min, emê vegerine welat"
Ado kêfxweş bû yekser bazda çû mala xwe
Mîzgîna xwe da wan û xatir xwest ji dê û bavê xwe
Go "Yade, yabo, bi xatirê we ez diçim"
Belkî şehîd bikevim lê ezê we serbilind bikim
Dû re destê wan maç kir û danî ser serê xwe
Hevdu hembêz kirin û çante avîst ser milê xwe
Bavê wî go "Here lawo, rêya we vekirî be"
"Heta azadî newî welat, tu jî newe"
Ado ji mal derket ku herî ba Zara
Hinek çû û di rê de Sebastîyan rast hat
Sebastîyan yekî gelkî saxtekar bû
Esrarcî û xayîn û mirovekî xerab bû
[Refrain 2x]
Hebû tûnebû du ciwanên Kurd hebûn
Navê wa ciwana Ado û Zara bû
Yek bû hevîya wan, yek bû xewna wan
Kurdno werin goh bidin li dîroka jîyana wan
[Verse 3]
Sebastîyan Ado sekînand û go "Evar baş"
Nîyeta wî bû ku Ado bixî rêya şaş
Bi kokaîn û haş, ket bin aqlê Ado
Go "Birako, ji te miftê arebê min bajo"
Ado pêşî go "Na", lê bi zorî hat xapand
Dû re suwar bûn û Ado arebê wî şixuland
Sebastîyan haşîşê xwe derxist û pêçand
Pêşî yekî da Ado piştre jî yekî bi xwe kişand
Zara jî wê çaxê xatirê xwe xwesti bû
Neha jî, li ber male, li benda Ado hazir bû
Saetê xwe nert û go "Gelo Ado li ku ma?"
Hevalê xwe meraq kir û telefona wî gerîya
Rewşa Ado yî delal, pir bi êş bû
Serê wî gêj bû û ber çavên wî reş bû
Welhasil, dîsa haşîş kişand û pel gazê kir
Bi derbekî qontrola xwe wenda kir û qeza kir
Were lawo
Wer egîdo
Berxê mino
Heyrana te lawo.....
(Dîyalog)
Zara: Alo Ado? Li wirî?
Heval, li kudere yî?
Tu çima napeyîve?
Ado: Alo, Zara?
Bizani be! Heger tu nayê ez diçim
Ado: Ez hatim heval, ez hatim
5 deqqa dî ez li wirim
Zara: De were zu, ez li vir benda te me
[Chorus 2x]
Delalno, kurdno malavano
Goh bidin birano, mi go goh bidin ciwanno
Pey tiştên xerab hûn nekevin hevalno
Li welat xwedî derkevin weke Zara û Ado
[Outro]
Belê hevalno
Heta carekê din
Û bi hevîya carekê din
Bi xatirê we...

About “Ado û Zara” by REZAN (Denis Rezanov)

Read the complete lyrics to "Ado û Zara" by REZAN (Denis Rezanov) in 2013. On Lyrks you can follow along with the full text, explore the artist's discography, and discover related songs. The track is often categorized under Rap.

"Ado û Zara" is performed by REZAN (Denis Rezanov). in 2013 This page provides the full lyric text for fans who want to sing along, study the songwriting, or compare versions across releases. Lyrks organizes lyrics by artist and song slug so you can bookmark and share a stable URL. Music lyrics help listeners connect with emotion, narrative, and rhythm in a track. Whether you are learning English, researching a favorite chorus, or preparing for karaoke, having accurate line breaks and section labels (verse, chorus, bridge) makes the experience easier. We link to the official artist profile on Lyrks where available, including biography snippets, top songs, and chart placements when we have that data. If you enjoy "Ado û Zara", explore more songs by REZAN (Denis Rezanov) using the links below. Chart and trending pages on Lyrks highlight what listeners are searching for this week. For copyright or correction requests, see our DMCA and contact pages.

View all songs and biography for REZAN (Denis Rezanov) · Trending lyrics · Billboard Hot 100

Frequently asked questions

"Ado û Zara" is credited to REZAN (Denis Rezanov). Songwriting credits may include additional writers listed on the release; check the credits section on this page for linked collaborators.

Album information for "Ado û Zara" is not available in our database yet. You can still read the full lyrics on this page.

Visit the REZAN (Denis Rezanov) artist page at /artist/rezan-denis-rezanov for biography, popular tracks, and links to more lyric pages.