Lyrks
Lyrks
Lyrks
Cover Art

Rêzan - Bajarê Min (feat. Ferro) Lyrics by REZAN (Denis Rezanov)

0

[VERSE 1: Rêzan]
Amed 21 bajarê serhildanê
Bajarêkî wek te tune ye li vê dinyayê
Berê xwe didim te ji bo ger û seyranê
Paytaxtê azadîyê, paytaxtê Kurdistanê
Bajarê me Gewer, bajarê bajaran
Bajarê zarokên tenê li pey xeyalan
Berxwedana Mazlûman û cîyê Agîdan
Bajarê berxwedanê û tu rûmeta me Kurdan
Bi dahol û zirne, bi fîstan û şerwalan
Bajarê Riha dîsa serê govendê hêjand
Saet xweş hevalno, silavên germ ji we re
Meydan bikin toz û dûman, em heyrana çavên we ne
Ey bajarê Wan'ê, tu ciwan û şêrînî
Tu evînî, tu erdhêja ser dilê minî
Tu ne bi teneyî, negrî, qurbanate bim
Xuşk û birayên te hertim, we li ba te bin
[Chorus: Ferro]
Oh bajarê dilê min
Ez dixwazim te bibînim
Tu can û jîyanî
Wek xewnek bê dawî
Nikarim bê te nikarim
Bajarê zaroktîya min
Dîsa tu hatî bîra min
Oh bajarê min
[Verse 2: Rêzan]
Bajarê Dersîm, bajarê Seyîd Riza
Li Dersimê heye kurdên Kurmanc û Zaza
Li bajarê avê, li bajarê çar çîyan
Xelk diçin ser çemê Mûnzûr ji bo masîyan
Mêrdin 47, ciwan li ber molotofa
Tofanek pir mezin radikin li metropola
Ne Fransa, ne Îspanya, ne jî Almanya
Behnate çi xweşe ey gula Mezopotamya
Mala YPG ava
Bila dest û dilê wan sax be
Bi tekoşîna wan re
We Rojava azad be
Ax Efrîn, bûka Rojava yê Kurdistanê
Amûda serbilind û Derîka berxwedanê
Serêkaniyê me dilbirîn û birîndare
Qamişloka evînê û Kobanê pir delale
[Chorus: Ferro]
Oh bajarê dilê min
Ez dixwazim te bibînim
Tu can û jîyanî
Wek xewnek bê dawî
Nikarim bê te nikarim
Bajarê zaroktîya min
Dîsa tu hatî bîra min
Oh bajarê min
[Verse 3: Rêzan]
Ez li bajarê xwe ji dayik bûm hatim dinyayê
Min xwe tê de nas kir, mezin bûm li nav jîyanê
Bi hêvîya aşîtîyê li çar parçê Kurdistanê
Bi nanê vî bajarî te ez mezin kirim dayê
Batmanê Batmanê, Batmana mêrane
Leb lê gulê lê lê, hemû wek şêrane
Heydê canê, li Batmanê rabe dîlanê
Petrola Kurda û çavbelekê Kurdistanê
Li Halepçe, dilê min bû çar parçe
Ji bîr neke, dîrok bi wate û armance
Bajarê Hawler, bajarê Sileymanî
Duhok, Kirkûk, Musul, Zaxo û bajarê Xaneqîn
Ez li rojhilat çûm bajarê Urmîye
Bajarê Urmîye, bajarekî Kurdî ye
Ez çûm Sine, çûm Mahabad û Kirmaşan
Ez çûm hemû bajarên tevahîya Kurdistan
[Chorus: Ferro]
Oh bajarê dilê min
Ez dixwazim te bibînim
Tu can û jîyanî
Wek xewnek bê dawî
Nikarim bê te nikarim
Bajarê zaroktîya min
Dîsa tu hatî bîra min
Oh bajarê min

About “Rêzan - Bajarê Min (feat. Ferro)” by REZAN (Denis Rezanov)

Read the complete lyrics to "Rêzan - Bajarê Min (feat. Ferro)" by REZAN (Denis Rezanov). On Lyrks you can follow along with the full text, explore the artist's discography, and discover related songs. The track is often categorized under Rap.

"Rêzan - Bajarê Min (feat. Ferro)" is performed by REZAN (Denis Rezanov). This page provides the full lyric text for fans who want to sing along, study the songwriting, or compare versions across releases. Lyrks organizes lyrics by artist and song slug so you can bookmark and share a stable URL. Music lyrics help listeners connect with emotion, narrative, and rhythm in a track. Whether you are learning English, researching a favorite chorus, or preparing for karaoke, having accurate line breaks and section labels (verse, chorus, bridge) makes the experience easier. We link to the official artist profile on Lyrks where available, including biography snippets, top songs, and chart placements when we have that data. If you enjoy "Rêzan - Bajarê Min (feat. Ferro)", explore more songs by REZAN (Denis Rezanov) using the links below. Chart and trending pages on Lyrks highlight what listeners are searching for this week. For copyright or correction requests, see our DMCA and contact pages.

View all songs and biography for REZAN (Denis Rezanov) · Trending lyrics · Billboard Hot 100

Frequently asked questions

"Rêzan - Bajarê Min (feat. Ferro)" is credited to REZAN (Denis Rezanov). Songwriting credits may include additional writers listed on the release; check the credits section on this page for linked collaborators.

Album information for "Rêzan - Bajarê Min (feat. Ferro)" is not available in our database yet. You can still read the full lyrics on this page.

Visit the REZAN (Denis Rezanov) artist page at /artist/rezan-denis-rezanov for biography, popular tracks, and links to more lyric pages.